Haydar Şahin
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Piştî erdheja bi lerza 5.8an li Behra Marmarayê 15 erdhejên li pey hev ên piçûk çêbûn.
Li gor agahiyên ji Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê hatin sitandin, li perava Sîlîvriyê ya li Behra Marmarayê erd bi lerza 5.8an hejiya û paşê li pey hev erhejên piçûk çêbûn.
Di nav 15 erdhejên li Behra Marmarayê li pey hev çêbûn da ya herî mezin bi lerza 4,1î çêbû.
Walîtiya Stenbolê destnîşan kir ji ber erdheja bi lerza 5.8an li bajêr dibistanên seretayî û navîn hatine tetîlkirin.
Walîtiya Stenbolê destnîşan kir ku ji ber erdheja di Behra Marmarayê da bi lerza 5.8an qewimî dibistanên seretayî û navîn ên li seranserê bajêr, hatin tetîlkirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe da bi bîr xist ku li Behra Marmarayê di saet 13.59an da bi lerza 5.8an erdhej çêbû.
Daxuyaniyê da hat gotin ku piştî erdhejê AFAD û walîtiyê dest bi kar û xebatên xwe kirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Dibistanên seretayî û navîn ên li bajarê me ji ber erdhejê weke tewdîr ji bo îro awayek berwext hatin tetîlkirin."
Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu der barê erdheja li Stenbolê çêbû da got AKOM amade ye, heta niha der barê mirî, birîndar û tiştekî din da tu agahî negihîştiye wan.
Îmamoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê erdheja li Stenbolê da daxuyaniyek da.
Ekrem Îmamoglu wiha got: "Li Behra Marmarayê qeraxê Buyukçekmeceyê 12 kîlomêtro di bin erdê da bi lerza 5,7 erhej çêbû. Ji hemû herêmê ra derbasî be. AKOM di teyaquzê da ye. Der barê mirî û tiştekî din da tu agahî negihîştiye wan."
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Teseliya me ya herî mezin ew e ku ji ber erdheja bi lerza 5,8a ku li peravên Stenbol-Silîvriyê çêbû kes nemir."
Koca der barê erdheja li Behra Marmarayê li peravên Silîvriyê çêbû da li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Teseliya me ya herî mezin ew e ku ji ber erdheja bi lerza 5,8a ku li peravên Stenbol-Silîvriyê çêbû kes nemir. Wezareta me ji bona dijî her cure afatê tevdîr hilde amade ye."