04 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Li Kagithaneya Stenbolê 7 wesaît hatin şewitandin.
Li gor agahiyan li kuçeya Hanimeliya taxa Talatpaşayê 2 minîbus û 5 tirimbêl bi destê kesên nayên zanîn hatin şewitandin. Li ser agahiya welatiyan polês û tîmên agirkujiyê çûn ciyê bûyerê.
Hat diyarkirin ku tîmên agirkujiyê midaxeleyî agir girin û 5 wesaît bi tevahî şewitîn.
Polês ji bo qefaltina gumanbaran dixebitin.