Fatih Gazioğlu
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Li Stenbolê xebatên ji bo standartkirin û serastkirina tabelayên Erebî ku li gorî usul û mewzûata tabeleyên Tirkî bên kirin dewam dike.
Der barê standartkirina tabeleyan da ji Walîtiya Stenbol daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin xebatên standartkirinê li navçeyên Fatîh, Zeytînburnu û Bayrampaşayê didomin û wiha hat gotin:
"Di xebatan da Midûriyeta Ewlehiya Bajêr ya Stenbolê û Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr jî alîkariyê dide. Nivîsên li ser tabeleyan divê ji sedî 75ê wan bi zimanê Tirkî û ji sedî 25ê wan jî bi zimanê Erebî be. Ekîbên me heta niha 730 dikan ziyaret kirin û xwediyên dikanan di mijara usul ve standartên tabeleyan da hişyar kirin. Di kontrolan da li navçeya Zeytînburnuyê 98, li navçeya Bayrampaşayê jîm 38 dikan hatin tespîtkirin ku tabelayên wan ne li gorî standartan e. Ji bo serastkirinê xwediyên dikanan hatin hişyarkirin. Hin esnafên me piştî kontrol û hişyariyên me kêmasiyên xwe temam kirin. Em spasiya wan dikin. Ji aliyê din va em ê ceza li esnafên ku kêmasiyên xwe hê temam nekirine bibirin."