Muzaffer Akyüz
20 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Li Doganşara navçeya Sêwazê bi taybetî li derdora Gola Dîpsîz û Avgurma Dîpsîz bi rengên payizê xemilî, dîmenên xweşik derketin holê.
Li herêma Gola Dîpsîz û Avgurma Dîpsîz ku 82 kîlometre dûrî navenda bajêr in bi hatina payizê ra siruşt bi rengê zer, sor û tirincî xemilî.
Pelên darên li daristanê zer bûn, niştecihên herêmê yên bo geşt û gerê hatin daristanê hejmetkar bûn.
Derdora Bendava Pusat Ozenê ku li Hafîka navçeya Sêwazê ye jî bi rengê payizê xemilî.