11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
HEWLÊR
Li navçeya Şengala li ser Mûsila Iraqê ya ku êzdî lê dijîn, rageşiya di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û PKKê de dewam dike.
Fermandarê Pêşmergeyan yê êzdî Qasim Şeşoyê ku nêzî PDKê ye li ser gotina Meclisa Êzdiyan ya "Êdî em nahêlin PDK li ser Şengalê hikûmdariyê bike." bertek nîşan da û li ser malpera fermî ya PDKê daxuyanî da. Şeşo di daxuyaniyê de got ku Meclisa Êzdiyan ji aliyê PKKê ve hat avakirin û tu carê êzdiyan temsîl nake. Şeşo wiha dewam kir: "Em êzdî ji bilî Mesûd Barzanî ji kesê din emir hilnadin. Meclisa Êzdiyan ji aliyê PKKê ve hat avakirin. Bi çend kes û şervanên girtine bal xwe ve îdia dikin ku nûnerê êzdiyan in."
Şeşo îdia kir ku PKKê peşiya rizgarkirina Şengalê digire û wiha dewam kir: "PKK bi polîtîkaya dimeşîne li pêşiya azadiya Şengalê asteng e. Em ê çawa destûr bidin komeke wiha? Heke dîsa bobelatek bi serê êzdiyan de bê em amade ne ku şer bikin, lê em destûrê nadin ku PKK li vira bimîne. Karê PKKê li Şengalê tune. Rêxistin ji bo pêşmergeyan û Şengalê tenê pirsgirêk e."