11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
ŞIRNAK
Texrîbata êrîşa PKKê ya li Silopiya navçeya Şirnexê ku tê de 3 polês şehîd ketin, piştî roj hilat derket holê.
Li kolana 47emîn a taxa Şehîd Harûn Boy dema ku wesayîta bizirx a polêsan derbas dibû terorîstan bombeya bidestçekirî ku berê bi cih kiribûn teqandin. Di teqînê de 3 polêsê mirin, polêsek jî birîndar bû. Ji ber teqînê li cihê bûyerê kortaleke mezin çêbû, avahî û kargehên derdorê xisar dîtin.