SÎÎRT
Li Sêrtê di çarçoveya projeya veguherîna bajêr de hilweşandina avahiyên ku ne zexm in dest pê kir.
Li gor Projeya Veguhêrîna Bajêr ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirê ve tê meşandin, ji aliyê Walîtiya Sêrtê û Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawirê ve li Otêl Bedran civîn hat lidarxistin û bal kişandin ser girîngiya veguhêrîna bajêr.
Waliyê Sîîrtê Ahmet Aydin diyar kir ku bêşensiyek e ku Sêrt ji aliyê veguherîna bajêr ve di rêzên paşîn de ye. Dê bi veguhêrîna bajêr Sîîrt pêşve here û biguhere.
Di civînê de Midûrê Giştî yê Xizmetên Veguhêrîna Bajêr û Binesaziyê Vedat Gurgen jî axivî û ragihand her ku diçe eleqeyeke mezin ji bo veguherîna bajêr çêdibe. Bi biryara Lijneya Wezîran 95 herêm hene û wiha got:
"Li van herêman niha veguherîna bajêr tê kirin. Ji bilî vêya 45 hezar hemwelatiyên me bi riza dilê xwe serî li saziyên wezareta me xistin. Em qala projeyeke ku hemwelatiyên me eleqeyê nîşan didin û her ku diçe mezin dibe dikin. Sêrt bajarekî kevin ê şaristaniyê ye û divê em vê şaristaniyê derxin holê. Li Sêrtê xetereya afatê heye û di nav deverên sereke yên erdhejê de ye. Ji bilî vêya jî ev nêzî sedsalekê ye lê tu tişt nehatiye kirin û divê em li vir beriya erdhejê amadehiyê bikin."
Serokê Şaredariya Sêrtê Selîm Sadak jî diyar kir ku Sêrt jî di nav deverên sereke yên erdhejê de ye. Ji bo ku piştî erdhejê em rondikên derewîn nebarînin, pêwistiya me bi veguhêrîna bajêr heye û heta beriya me li Sêrtê wesaîta agirkujiyê jî tunebû.
Piştî axaftinan bi destûra Waliyê Sêrtê Aydin, li Taxa Bahçelîevlarê ya ku li ser Ceddeya Lîseyê dest bi hilweşandina avahiyeke duqat a ku ji bo erdhejê ne zexm bû hat kirin.