VAN
Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê yê Vanê (OPB) Necdet Takva got: "Em hêvîdar in Serokwezîrê me gava ku di 26ê cotmehê de were ziyareta bajarê me wê ji bo aboriyê jî çareseriyekê bibîne."
Serokê OPBya Vanê Takva der heqê ziyareta Serokwezir ya 26ê cotmehê û salvegera erdheja Wanê ya 2an de daxuyanî da û diyar kir ku di erdheja Wanê de ji 30 hezarî zêdetir xanî û 3 hezar jî kargeh xirabûn, 17 hezar xaniyên ku ji bo welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane tên çêkirin jî dê bên qedandin.
Takva diyar kir ku ev tiştana ji bo aboriya Wanê mesrefekî giran e û mesrefê xaniyên afetê mehê 7 milyar e û dê 20 salî dewam bike. Maliyeta malekê 35-40 hezar e lê belê 80-90 hezarî tên firotan ev tiştekî pir xerab e. Wextê razandina krediyên ku pişesaz û bazirganan ji KOSGEBê standibûn dest pê kiriye û yê 2 salan de her mehê were razandin û mehê 12 milyon lîre bê dayîn. Wextê deynên SGKyê û baca ku paşde hatibû avêtin jî hatiye. Em hêvîdar in ku Serokwezîr ji van derdê wan re çareseriyekê bibîne.