Di bin serokatiya Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay de Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) der barê sûriyên li Tirkiyeyê de civînek hat lidarxistin.
Atalay, beriya civînê daxuyanî da rojnamevanan û got ku şerê navxweyî ya Sûriyeyê ya ku ji 2011an vir ve dest pê kir, heta niha qasî 10,5 milyon mirov ji malê û welatê xwe bûn. Atalay wiha axivî:
"Li gor daneyê Neteweyên Yekbûyî, 3,5 milyon kes ji Sûriyeyê derketin derveyî welêt. Ji sedî 90ê wan li Tirkiyeyê, Lubnanê û Urdunê bi cih bûn. Ji destpêka şerê navxweyî heta niha hikûmeta me polîtîkayeke eşkere ve deriyên xwe vekir."
Atalay bal kişande rewşa sûriyan û daxuyand ku ji îro pê ve qasî 220 hezar surî li kampan dijîn, hinek di konan û hinek jî di konteyniran de dijîn. 22 kamp di xizmeta wan de ye.
Atalay daxuyand ku kampeke ku hejmara wê digîhîje 35 hezaran heye û wiha got: "Li gor tespîtên me, qasî milyonek û 140 hezar sûrî li derveyî kampan, li bajaran dijîn."
Atalay behsa daneyên îstatîstîkî jî kir û daxuyand ku li gor Rapora Alîkariya Mirovî ya Kurewî ya 2014an, Tirkiye di dinyayê de sêyemîn bexşendeyê mezin e ku alîkariya mirovî dike.
Li gor raporê rêza yekem de Amerîka, ya duyem de Îngîltere tê. Tirkiyeyê di sala 2013an de 1.6 milyon dolar alîkariya mirovî da mexdûran.
Piştî axaftina Atalay civînê bêyî çapemeniyê dewam kir.