ADIYAMAN
Li Semsûrê agir bi dar û berên li ser keloşk û palan ket. Ji ber ku herêma agir pê ket berwar û kort û çal bûn, welatiyan alîkarî da tîmên agirkujiyê.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, bi sedemeke nediyar agir bi dar û daristanên ku dikeve navbera gundên Yenîgun, Palanli û Çemberlîtaşê ket.
Piştî 5 saetan tîmên agirkujiyê û welatiyan pêşî li agir birîn.
Ji ber ku herêma agir pê ket berwar û kort û çal bû, ekîbên agirkujiyê bi tenê nikaribûn êgir bitemirînin. Ji ber vê çendê jî di hoparlora şaredariyê de bang li welatiyan hat kirin ku welatî alîkariyê bidin tîmên agirkujiyê. Piştî bangê bi sedan welatî hatin hewarê bi bêran hewl dan ku êgir bitemirînin.
Şaredarê Semsûrê Husrev Kutlu daxuyanî da rojnamegeran û got ku 70 hektar eraziyî zirar dît.