01 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, di operasyona li Sûra navçeya Diyarbekirê da terorîstan êrîş kir û di êrîşê da 5 leşker cangorî bûn, leşkerek, 2 polês jî giran birîndar bûn.
Sererkaniyê daxuyanî da û got ku îro di operasyona li Sûra navçeya Diyarbekirê da mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz êrîş kirin. Di êrîşê da 3 esker û 2 polês giran birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê lê digel hemû midaxaleyan du leşker xelas nebûn û di saet 09:07an da cangorî bûn.
"Vê êrîşê em pir xemgîn kirin. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike, serê malbatên wan, serê mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkîyê û serê Milletê Tirk ê ezîz sax be. Xwedê şifayê ji hevalên me yên çekdar ên qehreman ra bişîne."