01 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê polês Ayhan Kaya di 10ê berfanbara 2015an da bi destê mensûbên PKKya rêxistina terorê hatibû revandin. Kaya bi operasyona hevpar a hêzên ewlehiyê va hat xelaskirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Îstixbaratê ya Midûriya Emniyeta Şirnexê cihê ku polês Kaya lê girtî bû, tesbît kir.
Kaya bi operasyona hevpar a hêzên ewlehiyê va ji destê rêxistinê hat rizgarkirin.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Kaya baş e.
Kaya li Midûriya Şaxa Parastinê ya Midûriya Emniyeta Cizîrê wezîfedar e û di 10 berfanbara 2015an da mensûbên PKKya rêxistina terorê ew ji wesaîta wî peya kirin û revandin. Hatibû gotin ku Kaya muhafizê Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur bûye.