Komekê li ser gotina HDPyê dê li taxa Ayazpaşayê buro veke, li ber derê buroyê kom bûn.
Komê li ber buroyê slogan berz kir û buro dan ber keviran. Li ser vê ekîbên ji Midûriyeta Ewlehiyê ya bajêr û navçeyên derdorê hatin li dora buroyê tevdîrên ewlehiyê girtin.
Kesekî ji komê afîşa HDPyê ya li ber derê buroyê rakir û kom ber bi qada Ataturk çû. Kom li vira sirûda neteweyî ya tirk xwend û belav bû.
Tevdîrên ewlehiyê ya polêsan a li derdora buroyê dewam dike.