Türkan Tosun
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
ÎSTANBUL
Şewata ku li Tuzlayê di fabrîqeya madeyên kîmyewî lê tên çêkirin da derketibû bi qismî hat vemirandin.
Li gor agahiyan li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Çerm ya Orhanliyê li Sîteya Pîşesaziya Çerm da ji ber sedemeke hê nayê zanîn agir bi fabrîqeyeke Ema Kîmya Sîstemlerî-Huntsmannê ket.
Ji ber şewatê ji Tuzla û navçeyên derdorê qelek ekîbên agirkujiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Dema şewatê dem demî teqîn jî çêbûn, lê tîmên agirkujiyê mudaxele kirin û şewat vemirandin.
Şewat gihîşte wesayîtên ku di otoparka fabrîqeyê da ne jî.
Ji ber ba vemirandina şewatê hinekî bi zehmetî meşiya lê agir bi qismî hat vemirandin.
Dema şewatê tankek jî teqiya, perçeyên tankê gihîşte der û dor û daristanê.
Du xebatkarên agirkujê di şewatê da birîndar bûn. Piştî mudaxaleya wan a ewil birîndarek rakirin nexweşxaneyê û yê din jî li cihê bûyerê hat dermankirin.
Xebatên vemirandinê dewam dikin û sedema şewatê tê lêkolînkirin.