Necat Hazar
16 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2023
Li Wanê hefteya çûyî 39 kîlo û 300 gram hişbir hat qefaltin, 2 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku fealiyetên bazirganî, veguhastin û depokirina hişbirê dikin, didomin.
Di vê çarçoveyê da di operasyonên ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê da yên di navbera 9-15ê Rêbendanê da 2 kilo 300 gram eroîn, 37 kîlogram hişbira sentetîk hat qefaltin.
Der heqê 2 berşikên hatin binçavkirin da miemele hat kirin.