Nevzat Umut Uzel,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız
20 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2025
Li Wan, Bitlis û Mûşê rêya 293 cih û waran hat girtin.
Li Wanê duh êvarê berfê lê kir, navenda bajêr çîlspî bû.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, li giştiyê bajêr ji ber berfê rêya 98 tax û 157 mezrayan hat girtin.
-Bitlis
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet ya Bajêr yê Bitlisê Umit Kurtkan got ku li herêmê ji êvarê ve berf dibare, ji ber berfê rêya 27 gundan hat girtin..
Kurtkan got ku ji bo welatî nekevin tengasiyê xebatên wan ên rêvekirinê bêyî navber dewam dikin.
-Mûş
Li navenda Mûşê berf barî, ji ber berfê jiyana rojane asteng bû.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet ya Bajêr Şeyhmus Yentur got ku ji duh êvarê ve li bajêr berf dibare, ji ber berfê rêya 11 gundan hat girtin.
Yentur got ku ji bo vekirina rêyan xebat dane destpêkirin.