VAN
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin dema ku namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê AK Partiyê Osman Nûrî Gulaçar ji bo hilbijartinên herêmî esnafên navenda bajêr ziyaret dikir rastî êrîşê hat. Komeke BDPyî bi keviran êrîşî Gulaçar kirin. Koma ku ji bo namzetê BDPê Bekîr Kaya dirûşme berz kirin, Gulaçar û yên ku pê re dan ber keviran.
Kesên ku bi Gulaçar re bûn ew kirin nava xwe û anîn avahiya Serokatiya navçeya Îpekyolê ya AK Partiyê. Polês û parezaran jî ji bo ku qelebalix belav bibe çend gule berî hewayê dan. Gelek kes li ber derê Serokatiya navçeya Îpekyolê ya AK Partiyê kom bûn û gengeşî derket û derî û camên hin dikanan şikestin.