06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
VAN
Li Çatakê di encama şapeketinê de kesek mirç
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Taxa Elmaciya 10 kîlometro dûrî navenda navçeyê şape ket pêşiya minîbusa rêwiyan a ku ji Wanê diçû Çatakê û hêj nasnameya ajokarê wê nehatiye diyarkirin û minîbus sekinî. Dema ajokar hewl dida ku bi hin rêwiyan re zincîran bi lastîkan ve bike cara duyem şape ket.
Ji rêwiyên derveyî wesayîtê Abdulcabbar Kaçan û 4 rêwiyên di minîbusê de di bin şapeyê de man. Bi arîkariya welatiyên hawirdor 4 rêwî ji bin şapeyê xilas kirin. Welatiyan Kaçan nedîtin û der barê rewşê de agahî dan rayedaran.
Ekîbên rêbej, şaredarî û jendirmeyan hatin cihê bûyerê û piştî lêkolîneke bi qasî 2 saetan Kaçan bi birîndarî ji bin şapeyê derxistin. Dema ku Kaçan bi ambûlansê dibirin nexweşxaneyê mir.
Ji ber şapeyê rêya Çatak-Wabê demekî ji trafîkê re girtî ma.