HAKKARÎ
Înşeata balafirgeha ku li navçeya Yuksekovayê tê çêkirin, ji ber ku karkeran dest ji kar berda, sekinî. Înşeata balafirgehê beriya pêvajoya çareseriyê ji ber bûyerên tundiyê sekinîbû. Lê vê carê ji ber ku karkeran dest ji kar berda, xebat sekinî.
Înşeata balafirgehê 3 sal berê dest pê kir û tê payîn ku heta dawiya salê biqede. Lê karker îdia dikin ku şirketa înşeatê perêyên wan nade û ji ber vê yekê dest ji kar berdane. Karkeran da zanîn ku heta pereyên xwe nestînin dê çalakiya xwe bidomînin.
Şirketa taşeron a înşeatê jî der barê vê yekê de tu daxuyanî neda.