Elif Orhan
13 Hezîran 2019•Rojanekirin: 16 Hezîran 2019
Li Miksa navçeya Wanê mêşvan ji bo ku hişkayî çênebe û hilberîna hingiv zêde be li zozanê 2 hezar û 500 mêtro bilind bi mele ra diayê hingiv kirin.
Li Miksa navçeya Wanê mêşvan ji bo ku hişkayî çênebe û hilberîna hingiv zêde be li zozanê 2 hezar û 500 mêtro bilind bi mele ra diayê hingiv kirin. ( Ali İhsan Öztürk - Anadolu Agency )
Serokê Yekîneya Mêşvanên Wanê Halîl Tandogan û dora 50 mêşvanî derketin Zozanê Elmayakaya 15 kîlomêtro ji navçeyê dûr e.
Mêşvan ji ber hişkayiya par nekarîn bi dilê xwe hingiv bi dest bixin îsal jî ji bo ku bera hingiv zêde bibe bi serkêşiya Mele Mehmet Nurî Tanrikulu ra dia kirin.
Mêşvanan li zozanê 2 hezar û 500 mêtro bilind li ber kewarên hingiv dia kirin û piştî ku Naşîde Uyana Şêwirmenda Çandiniyê der barê hilberîna hingiv da agahî dan ji zozanê vegeriyan.

Tandogan daxuyanî da rojnamevanan û got ku navçeya Miksê di hilberîna hingiv da xwedî cihekî girîng e. Tandogan qal kir ku ji bo hilberîna hingivê bikalîte semîneran li dar dixin û wiha axivî:
"Di vê heyama ku germbûna gerdûnî tê axaftin da bi taybetî kêmbûna şiliya biharê bû sedem ku hişkayî çêbe. Ji ber ku li navçeya me bi sedan malbat debara xwe bi mêşvaniyê dikin em bi komeke mêşvan û mele ra derketin vir. Em hêvî dikin ku îsal ber zêde be. Armanca diayê me jî ew e ku bera hingiv zêde bibe û rûyê hilberînerên me bikene."
- "Par bêber bû"
Midûrê Daristan û Çandiniyê yê Navçeyê Erkan Hakan jî ji hêla dewlemendiya nebatan va zozanên li navçeyê li dinyayê kêm tên dîtin.
Hakan diyar kir ku mêş li zozanan ji 113 nebatên cuda xwe xwedî dikin û got ku "Em ji bo mêşvaniya organîk xwedî cihên nuwaze ne. Dermanên kimyewî nayên bikaranîn. Gubre jî nayê bikaranîn. Ev der bi temamî cihê hilberîna organîk e. Em hêvî dikin ku îsal biber derbas bibe. Par ji hêla hilberîna hingiv va bêber bû. Îsal hêviya me zêde ye."
Li zozanê ji bo hingiv dia kirin
Mêşvan Bedrettîn Aktar jî wiha axivî: "Me par bi dilê xwe hingiv ranekir. Em îsal bi mele ra hatin û me di nav mêşan da dia kir. Me ji bo ku ber û berekata hingiv zêde be dia kir. Înşeallah hingivê îsal zêde be."