Li Îdirê cihên bilind berf barî û ji ber ku hewa sar bû şivan bi keriyên xwe yên pez ve vedigerin navenda bajêr.
Îdir li herêmê ji wan bajarên germ yek e, lê ev hefteyeke hewa sar bû û berf barî şivan bi heywanên xwe yên li zozanan re berê xwe didin bajêr.
Keriyên pez piştî rêwitiyeke qasî 2 saetan digîhîjin bajêr û wê zivistanê di tewleyan de bin.
Şivanê bi navê Omer Taştan ji nûçegihanan re daxuyand ku ew ê êdî di tewleyê de ka bide heywanên xwe û wiha axivî: "Ji ber ku berf barî em vegeriyan. Heywanên me zivistanê wê di tewleyan de bimînin."