Di lijneyê de dîwan hat eşkerekirin û Gencay Gursoy jî wek serokê dîwanê hat hilbijartin. Gursoy diyar kir ku ev roj ji bo wan rojeke dîrokî ye û di 2 salên borî de rastî gelek tengasiyan hatine.
Parlementerê Îstanbulê Sirri Sureyya Onder jî di dema hevdîtinên li ser raporên xebatê de axivî. Onder destnîşan kir ku ji bo nirxandina Lijneya HDKê divê mirov li derdora xwe binêre ka kîjan alî çi dibêje û wiha dewam kir: "Dema BDPê xebatên xwe dikir me wê demê jî got ev bi HDKê re ne hevkarî ye, ev hevkariyeke stratejîk e. Ev xebat jî ji bo wê ye ku em sozê xwe bînin cih. HDK jî ji encama vê azadiyê ye. Kesên ku di HDKê de tên bal hev nîşan didin ku her kes azadiya xwe diparêze."
Parlementera Îstanbûlê Sebahat Tûncel, Parlementerê BDPê yê Şirnakê Hasîp Kaplan û hin nûnerên saziyên civakî jî beşdarî kongreyê bûn.