Turnûva ji aliyê Midûriyeta Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Diyarbekir Buyukşehîr Belediyesporê ve li Kompleksa Sporê ya Seyrantepeyê hat lidarxistin. Ji Hakkarî, Kiziltepe û Nuseybîn a navçeyên Mêrdînê, Batman, Cîzreya navçeya Şirnakê, Sîlvan Hazro, Kocakoy, Çinar û Egîla navçeyên Diyarbekirê, ji herêma Karacadagê û ji Urmiyêya Îranê bi tevahî 14 birr beşdarî turnûvayê bûn.
Welatiyan gelek eleqe nîşanî turnûvayê dan. Serokê Qulûba Diyarbekir Buyukşehîr Belediyesporê Metîn Klavûz di axaftina vekirina turnûvayê de diyar kir ku ji ber ku tîmên mêvan diezimînin pir kêfxweş in. Klavûz qala Lîstika Birê kir û got: "Mixabin dema ku em qala vê sporê dikin fitbol û mêr tên bîra mirovan. Ji bo me spor Birê ye, jin e û mirovên astengdar in. Hevdîtina duh û sibê ye û ji bo me dîrok e."
-Birê çawa tê lîstin?
Ji bo lîstika Birê cehd lazim e. Bi piranî di bihar û payizan de tê lîstin. Rêzikên wê bi awayekî nivîskî cara ewil ji aliyê Diyarbekir Buyukşehîr Belediyesporê ve hatin amadekirin.
Tevahiya pêşbirkê ji 50 deqîqeyan pêk tê û her nîvek tê dayîn. Yanî di 25 deqîqeyan de navber tê dayîn û piştî demekî 25 deqîqeya duyemîn dest pê dike. Birê di navbera du tîman de tê lîstin û her tîm jî ji 7 kesan pêk tê. Di vê lîstikê de divê mirov bi lez bazde û bikaribe zû biryarê bide.
Tîma ku bi pişkê tê diyar kirin êrîşî dijberê xwe dike. Ji tîma ku di parastinê de ye lîstikvanek destê xwe bi lîstikvanê tîma êrîşkar bide ew lîstikvan ji Birê derdikeve. Ji tîma êrîşkar dema ku yek bikeve nav lîstikvanên tîma parastinê dikare çend kesan ji lîstikê dabixe. Ji tîma êrîşkar lîstikvaneke dema ku xwe gihand qeleya ku firehiya wê 4 mêtro ye lîstik tê qezenckirin.