ÎSTANBUL
Lêpirsîna der heqê kes û kesên ku li ser hesabê Twitterê yê bi navê "Fuat Avnî" tiştan parve dikin da hat berfirehkirin. Nûçeyên ku 2 roj in di rojnameyan da dertên wek îxbar hatin qebûlkirin û lêpirsîn hat berfirehkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê nûçeyên ku di hin rojnameyan da derketin wek îxbar qebûl kir.
Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê nûçeyên hin rojnameyan jî tevlî lêpirsîna ku dihat meşandin, kir.
Di rojnameyên wek Akşam, Star û Guneşê da, di 16 û 17yê sibatê da nûçeyên bi navê "Fuat Avnî ev e, Emre Uslu", Fuat Avnî Emre Uslu ye", "Ji serokê xwe yê ker ra bêje wê ji canê xwe bibe", "Em hê jî rayedarên payebilind guhdarî dikin" û "Em dewletê guhdarî dikin" derketin. Di nûçeyan da tê îdiakirin ku "Fuat Avnî" Emre Uslu ye.
Di nûçeyan da tê îdiakirin ku Uslu li ser hesabê "Fuat Avnî" ji hin polês û parlementeran ra peyam şandiye.
Di peyaman da tê îdiakirin ku wê di operasyonan da kî bên binçavkirin, rayedarên payebilind tên guhdarîkirin, Fethullah Gulen wê ji DYAyê biçe û li Kadayê bi cî bibe, heger CHP were ser text hin polês wê bibin midûr. Tê gotin ku "Fuat Avnî" di ber agahiyan da pere razandiye hesabê polêsan.