TBMM
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mûstafa Elîtaş got: "Tiştên ku duh li TBMMyê qewimîn nîşan da ku hem CHP hem jî MHP bûne dûvê HDPyê. HDPyê duh du partiyên siyasî kir wek dûvê xwe û hewl da ku rojeva TBMMyê bixitimîne. Kesên hewl didin ku ne ji sindoqê ji kolanan îqtidarê derxînin duh TBMMyê kirin wek qada terorê."
Elîtaş civîna çapemeniyê li dar xist û qala nêrînên xwe yên der barê şerê ku duh li Lijneya Giştî ya TBMMyê qewimî de kir. Elîtaş diyar kir ku der barê kuştina Ozgecan Aslan de bêyî ku tu sînoran daynin mafê axaftinê dan parlementeran, di rojeke ku şideta li ser jinan dihat şermezarkirin û difikirin ku bi eqlê hevpar çawa ji vê pirsgirêkê re çareseriyê bibînin de sê partiyên siyasî li hember Cîgirserokeke Parlementoyê şideta devkî kirin û ew tacîz kirin û gel jî bi îbret ev yeka temaşe kir. Elîtaş wiha axivî: "Ayşe Nûr Bahçekapiliyê di atmosfereke ku şideta li ser jinan dihat şermezarkirin de çiqas ji destê wê hatiye musamaha nîşan daye lê ji aliyê parlementerên CHP, MHP û HDPyê ve bi awayekî berbiçav û bi şidet hatiye tacîzkirin."
"Tûncel û Bûldanê ez tacîz kirim"
Elîtaş got ku pişt re Cîgirserok Bahçekapiliyê bangî min kir ku ez biçim ser kursî û wiha axivî: "Dema ez diaxivîm Sebahat Tûncel û Pervîn Bûldana HDPyî hatin ber qursî û ez tacîz kirim, hewl dan ku min ji qursî dûr bixin. Lê em di daxuyaniya çapemeniyê ya îro de dibînin ku raya giştî dixapînin û min wek hedefa devkî nîşan didin û hewl didin min wisa nîşan bidin ku mirov bibêje yê hewl da parlementeran ji qursî dûr bixe ez im. Ew kesên ku ev 30 sal in li welêt dibin sedema terorê niha îdia dikin ku îro mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin û xwe dixin nav roleke din. Tiştên ku hatin kirin li dijî Destûra Bingehîn û tuzuka navxweyî ne. Duh CHP û MHP wek taşeronê HDPyê ketin nav pêşbaziyê. Her du partiyan piştgirî dan armancên HDPyê."
HDPyê bertek nîşan da
Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldanê jî got ku parlementerên îqtidarê beriya ku Pakêta Ewlehiya Navxweyî bibe qanûn xwîna ewil li Parlementoyê rijandin û wiha axivî: "Hikûmeta AKPê ya hewl dide ku qanûnê derbas bike, pêvajoya aştî û çareseriyê dixe nav xetereyeke mezin, hema bêje hewl dide ku bi destê xwe dawî li vê pêvajoyê bîne."