TBMM
Madeya 35. ya Qanûna Xizmeta Hundirîn ya Hêzên Çekdar yên Tirk ya ku heta niha bûbû hinceta gelek derbeyan hate guhertin. Her wiha wezîfeya TSKyê jî ji nû ve hate binavkirin. Li gor qanûna berê wezîfeya TSKyê wiha dihate binavkirin: "Wezîfeya hêzên çekdar parastina welatê tirk û Komara Tirkiyeyê ye." Lê êdî ev made guherî û wezîfeya nû ya TSKyê wiha ye: "Wezîfeya hêzên çekdar ew e ku bi tenê li dijî gefên derve welatê tirk biparêze, ji bo ku dijminên xwe bitirsîne her dem hêza xwe zêde bike û bi talîmatên TBMMyê wezîfeyên derveyî welêt bêne cih."
MHP li dijî guhertina madeya 35. derket. Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural bi bîr anî ku her kes dibêje madeya 35. bû hinceta derbeyan û wiha dewam kir: "Lê bila her kes bizane ku hemî derbe xeyrî meşrû ne û tu kes nikare bi guhertina madeyekî pêşî li derbeyan bigre. Ji aliyê din ve, gef ne bi tenê ji derve tên. Dibe ku gefên hundir jî hebin."
Parlementerê Stenbolê yê CHPê Sezgin Tanrıkulu piştgirî da guhertinê û wiha got: "Meclîs îro ji sînorê psîkolojîk derbaz dibe, ev jî girîng e. Madeya 35. madeya rûreşiyê bû û meclîs îro gaveke dîrokî diavêje û me ji vê rûreşiyê xilas dike."
Piştî axiftinan guhertin bi dengdayînê hate qebûlkirin. Di dengdayînê de hinek parlementerên CHPê jî raya 'erê' dan.