ANKARA
Qanûna ku di qanûna bingehîn a perwerdeya neteweyî de û her wiha di hin qanûn û pêşnûmayên qanûnê de ku tê de verastkirina dersxaneyan jî heye, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor qanûna ku ket rewacê xwendekarên ku dê li derveyî welat perwerde bibin yê bikevin ezmûnên nivîskî û devkî. Ezmûna nivîskî an Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî an jî Protokol û Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) dê bike.
- Pênaseya dersxaneyan ji qanûnê tê derxistin
Bi vê qanûnê ji Qanûnên Saziyên Taybet ên Perwerdeyê pênaseya "dersxaneyan" hat derxistin.
Pênaseya dibistanê di qanûnê de wek "Perwerdeya taybet, pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û dibistanên navîn ên taybet ên wezaretê kir çarçoveya bernameya verastkirinê û hetanî 2018-2019an dê lê perwerde bê kirin" tê kirin.
Navendên perwerdehiya etûtan, dê ji bo xwendekarên 12 salî û ji 12 salî biçûktir perwerdeyê bidin.
Saziyên ku lê perwerde tê kirin di bin çi navî de dibe bila bibe dê di bin kontrola Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî de bin.
Li gor pêşnûmayê mamosteyên ku herî kêm 6 salan di dersxaneyan de xebitîbin û prîmên sîgorteya wan hatibe razandin dê bêyî şertê KPSS wek mamoste, piştî ezmûna devkî ya ku dê wezaret bike bên tayînkirin.