ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta xwe ya Amerîkaya Başûr li Mêvanxaneya Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.
Der barê îstifakirina Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan de Erdogan wiha axivî: "Ez bi eşkere diaxivim. Ez ê vê jî bi eşkere binirxînim. Bi ya min namzediya wî ne erênî ye. Ez vê pir bi eşkere û zelal dibêjim. Min ji Birêz Serokwezîr re jî ev got. Wek ku min berê jî got namzediya wî qebûlkirin, an jî wî wek namzed nîşandan di destê Birêz Serokwezîr de ye. Ez nikarim têkiliyê vê bibim, ji xwe mafekî min ê wisa jî tune."
Erdogan li ser pirsa "Rexne tên kirin u dibêjin ku kesê li serê MÎTê bû divê nebe parlementer. Hûn çi dibêjin?" wiha got: "Ev jî xeletiyeke din e. Her karmend çawa ku dikare di nav demekî de îstifa bike û bibe namzed, mirovê li serê MÎTê jî dikare îstifa bike û heke partiya wî wek namzed wî nîşan bide, dikare bibe namzed. Ev ji bo darizandinê, ji bo teşkîlata ewlekariyê jî wiha ye. Ji bo tu kesî yanî yên ku di saziyeke dewletê de dixebitin qedexeyeke wiha tune ye. Hemû jî dikarin îstifa bikin û piştî îstifaya xwe heke partiya wan wek namzed wan nîşan bide dikarin bibin namzed. Mesele ev e."