Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di CNN Turkê da beşdarî bernameya "Kêfa Dawiya Hefteyê" bû û pirsên rojnamevan Hakan Çelîk bersivand.
Akdogan li ser pirsa "Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş çend roj berê got ku daxuyaniyên ku wê bên dayîn nabin sedema geşedanên mezin, bira kes hêviyên mezin neke, rûtîn dewam dike. Hûn vê daxuyaniyê çawa dinirxînin?" wiha got: "Ez bêwate dibînim. Heger Ocalan piştî hevdîtinan ji Îmraliyê daxuyanî û peyamê bide û meriv wekî tiştekî rûtîn nîşan bide, ya rast min tu meneyek nedaye vê. Serokê Giştî yê HDPyê çima tiştekî wiha dike? Yanê Ocalan van hevdîtinan dîrokî dibîne, lê ew wekî tiştekî rûtîn nîşan didin, ev çiqas rast e, nizanim. Belkî peyameke erênî derdikeve, çiqas rast e ku meriv rûtîn bibîne û bêje ev nabe sedema geşedanên mezin? Divê em baş li serê bisekinin. Dixwazin çi bikin? Ez naxwazim tiştên neyînî bifikirim, lewra HDP di vir da roleke mezin digire ser xwe, lê ez helwestên wiha erênî nabînim. Divê HDP di vê pêvajoyê da hesas be, tiştên wiha zirarê didin pêvajoyê."
- "Em li asteke girîng in"
Akdogan der heqê pêvajoya çareseriyê da jî destnîşan kir ku em di vê meseleyê da li asteke girîng in.
Akdogan diyar kir ku destpêkirina hevdîtinan û domandina hevdîtinan bi tena serê xwe girîng in û wiha got: "Em li asteke baş in, ji ber vê jî helwesta bêqîmetkirinê û bêwatekirinê hewce nake. Heger em girîngiyê bidin wê gel jî girîngiyê bide, lê heger em biçûk bibînin nabe. Ev pêvajoyeke zor û hesas e. Bi hezaran mirov mirin, ev mijareke travmatîk û kronîk e. Em ji bo ku Tirkiye perçe nebe, biratiya me xurt bibe û em bela nebin dixwazin pêvajo bigihêje encamekê. Ev pêvajoyeke girîng e. Hikûmetê bi wêrekî dest avêtiye vê meseleyê, bira ev xûn bisekine û dayik negirîn. Divê her kes alîkariyê bide. Ev mesele bi salan e tê rojevê. Piştî AK Partiyê reform hatin kirin û tevdîrên aboriyê û demokrasiyê hatin hildan."
- "Hin pêvajo bi bûyeran hatin sabotekirin"
Akdogan destnîşan kir ku AK Partî gavên girîng davêje û mijarê normalîze dike û wiha got: "Li ser vê me hin pêvajo dan destpêkirin. Pêvajoya vekirina demokratîk, pêvajoya biratî û yekîtiyê ya neteweyî... Ev hatin sabotekirin. Ez dîsa jî îro bextewar im. Em hewl didin ku meseleyê di nav xwe da çareser bikin. Digel hewldanên sabotekirinê pêvajo dewam dike. Bûyerên Kobanêyê û pêvajoyên berê tim bûn sedema sabotekirinê. Niha jî hevdîtin û pêvajo dewam dike. Ev serkeftin û tecrûbeyek e. Divê em ji bûyeran dersê derxin û pêşva herin."
Li ser pirsa "Heger ev mesele bi tevahî ji holê rabe, wê daxwazeke şexsî ya Abdullah Ocalan çêbe?" Akdogan wiha axivî: "Merivekî wiha wê hêviya çi bike nizanim, lê niha tiştekî wiha di rojevê da tuneye. Yanê di nav meseleyan da tiştên wiha nayên axaftin."
- "Li gor fikra min HDP benda hilbijartinê derbas nake"
Akdogan li ser pirsa "Hûn dixwazin HDP benda hilbijartinê derbas bike?" destnîşan kir ku li ser hilbijartinê lêkolîn kirine û wiha xeberda: "Li gor fikra min HDP benda hilbijartinê derbas nake. Divê gelek rayên emanet bistîne. Niha yên ku dixwazin zirarê bidin AK Partiyê li ser HDPyê dixebitin. Dixwazin AK Partiyê bêhez bikin. Di hilbijartinên berê da jî wiha kirin, lê bi ser neketin. Gefan dixwin û dibêjin heger em bendê derbas nekin em ê parlementoyeke alternatîf çêkin. Ev bêbaweriya ji demokrasiyê ye. Divê hûn beriya her tiştî ji demokrasiyê bawer bikin. Hûn tenê kurdan temsil nakin."
- "Siyaset tenê li Meclisê tê kirin?"
Akdogan diyar kir ku partiyên din ên ku bendê derbas nakin hene û wiha got: "Ev li derveyî siyasetê dimînin? Siyaset tenê li Meclisê tê kirin?" Derbaskirina bendê di destê gel da ye."
Akdogan li ser pirsa "Heger HDP di bin bendê da bimîne wê bandora wan a di pêvajoya da kêm be? Ocalan û Qendîl wê derkevin pêş?" wiha peyivî: "Helbet li vir roleke HDPyê heye û helbet HDP ji holê ranabe. Bendê derbas bikin jî nekin jî hene. Yên ku diçin Îmraliyê hemû parlementer nînin. Jixwe wê heta hilbijartinê pêvajo bikemile. Ev hinek jî bi domandina pêvajoya ra eleqedar e."
- "Dibe ku utopyayên hin kesan hebin"
Akdogan li ser pirsa "Li Tirkiyeyê yên ku neyînî li pêvajoya çareseriyê dinihêrin hene, dibêjin wê dewleteke kurdan çêbe?" wiha peyivî: "Dibe ku xeyal û utopyayên hin kesan hebin. Jixwe pêvajoya çareseriyê ji bo ku Tirkiye perçe nebe dest pê kir, ji bo tirsên wiha ji holê rabin dest pê kir. Heger wiha nebûya wê pêşeroja Tirkiyeyê biketa talûkeyê. Ji bo ku ev ji holê rabin em pêvajoyê dimeşînin. AK Partî sîgorteya yekîtî û yekbûna Tirkiyeyê ye."