Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Malbata Sûriyeyî ya ku ji ber şerê navxweyî reviya û niha li Hatayê rûdinên bi vebûna Mizgefta Ayasofyayê kêfxweş bûn û li qîzên xwe yên cêwî navên "Aya" û "Sofya"yê danîn.
Samah û Karam Albazoya ku 7 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê welatê xwe terikandin û hatin li Reyhanliya navçeya Hatayê bi cih bûn lê vê derê jî hev naskirin û zewicîn. Bûk a zavayê salê salek piştî zewaca xwe bûn xwedî qîzekê û navê Mînalê lê danîn, 3 sal pey wê ra jî keçikeke wan çêbû navê Sara lê danîn û meha borî jî Xwedê cêwî da wan.
Malbata bi tevahî 4 qîzên wan hene ji bo cêwiyan nû hatine dinêyê li navan mêze kirin û ji ber ku di wê wextê da jî Mizgefta Ayasofyayê vebû zêde nesekinîn û ji bo cêwiyên xwe nav kifş kirin.
Ji cêwiyan navê yekê Aya û navê ya din jî Sofya danîn.
- "Ji ber girîngiya dîrokî me wan navan danî"
Samah Albazoya cêwî anî dinyayê got ku piştî welidînê wan ji bo zarokên xwe li navan mêze dikirin û bi vebûna Mizgefta Ayasofyayê biryara wan eşkere bû.
Albazoyê got: "Mizefta Ayasofyayê vebû û ji bo ku qedr, qiymet û girîngiya vê roja dîrokî bê fehmkirin em li ser navê Aya û Sofyayê sekinîn û wan li wan kir. Ji ber vebûna mizgeftê em gelek kêfxweş bûn."
Dayika zîstanî bo mêvanperwerî û mazûvaniyê ji gelê Tirk û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra gelek spas kir.
Bavê çar qîzan Karam Albazo jî got ku wek hemû Misilmanan ew jî bi vebûna Mizgefta Ayasofyayê gelek şa bûn.
Albazo dixwaze ku ew bi malbatî herin û Mizgefta Ayasofyayê û bi çavên xwe wan derên dîrokî bibînin.