İrfan Aydoğdu,Adsız Günebakan
22 Mijdar 2022•Rojanekirin: 23 Mijdar 2022
Cinazeyê mamoste Ayşenur Alkan a ku li Karkamişa navçeya Gazîentabê di êrîşa mensûbên YPG/PKKya rêxistina terorê da can da, hat definkirin.

Tabûta mamosteya bi alaya Tirk hatibû pêçan, ji Saziya Tiba Edlî ya Gazîentabê hildan û anîn Mizgefta Hezretî Elî ya li navçeya Nizîpê bû. Hayriye ya diya mamosteyê, bavê wê Mustafa û birayên wê Muhammet, Yunus Emre û Abdulkadîr tabût hembêz kirin û li ser giriyan.
Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn û wezîfedar bi malbatê ra eleqedar bûn. Wêneya mamosteyê, alaya Tirk û çîçeka li serê "24ê Mijdarê Roja Mamosteyan a te pîroz be şehîda me" danîn ser tabûtê wê.

Miftiyê Bajarê Gazîentabê Huseyîn Hazirlar nimêja cinazeyê da kirin û paşê ew li Goristana Hemçax a Nîzipê hat definkirin.

Malbata mamoste Ayşenur Alkanê û eqrebayên wan, Waliyê Gazîentabê Davut Gul, Fermandarê Tuxaya Bizirx a 5emîn Tuxgeneral Haci Halîl Osma, Şaredara Bajarê Mezin Fatma Şahîn, parlamenterên AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn, Mehmet Erdogan, parlamenterên CHPyê Bayram Yilmazkaya, Mahîr Polat û gelek welatî beşdarî merasima cinaze bûn.