ANKARA
Parlementerên BDPê yên hatin berdan jî beşdarî Civîna Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûn. Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demirtaş berî civînê daxuyanî da û got: "Parlementerên me yên girtî hatin berdan û niha di nav me de nin em gelek kêfxweş in."
Demirtaş, diyar kir ku parlementerên hatin berdan Selma Irmak, Gulser Yildirim, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş û Îbrahîm Ayhan dê di nav xebatên siyasî yên li navenda giştî ya partiyê de bixebitin. Demirtaş, got ku ev ji bo wan xebatekî watedar e û wiha dewam kir: "Ez ji bo parlementerên me serkeftinê dixwazim. Em her çiqas ji bo berdana parlementerên me yên hatin berdan kêfxweş bibin ewqas ji bo girtiyên me yên din jî xemgînin. Lewra hê di girtîgehan de gelek girtiyên me yên siyasî hene. Mixabin hê lêpirsîna bi hezaran girtiyên me nehatiye kirin. Em encax bi berdana hemû girtiyan kêfxweş bibin."
Demirtaş, got ku bi salane edelet tê qetilkirin û parast ku girtina parlementerên wan jî bê hiqûqîye û wiha dewam kir: "Divê li ser vê mijarê nîqaş bên kirin. Ev pergala hiqûqê, ev bê hiqûqî bê guhertin."
Demirtaş îfade kir ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan jî baweriya xwe bi vê darazê nayne û got: "Em çawa baweriya xwe bi darazê bînin. Divê ev pergal bi taybetî jî dadgehên raya taybet, Qanûna bi Terorê re Berxwedan bi temamî ji holê bê rakirin. Bi awayekî din em nikarên pêşiya vê bê edaletiyê bigrin."