Îro serê sibehê birayê Abdullah Ocalanê ku ji ber madeya 125emîn a Qanûna Cezayê Tirk (TCK) a "îxaneta welat" cezayê muebetê xwariyê, Mehmet Ocalan û ji girtiyên din birayê Cumalî Karasû, Ramazan Karasû, kurê Şeyhmûs Poyraz, Halîl Poyraz û neviyê wî yê 5 salî Kemal Pîr Poyraz hatin Fermandariya Jendirmeyên Navçeya Gemlîkê û li vir sekinîn.
Mehmet Ocalan li vir daxuyanî da peyamneran û destnîşan kir ku mafê wan ê hevdîtinê yê yasayî 15 rojan carekê ye, lê di gel ku ew serî lê didin jî ev 2 meh in ku nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ocalan diyar kir ku di vê navberê de destûr dan parlementeran da ku ziyaretê pêk bînin, lê rewşa wan bêtir cuda ye û wiha dewam kir:
"Heke ku ev malbat ji 2 mehan û pêve serî lê didin, divê bihatana anîn. Em nizanin ka ji ber çi neanîne. Ji hêlekê ve ava bike û ji hêla din ve jî hilweşîne, ev tiştekî rast nîne. Ev keştî qet nehat çêkirin, em ji ber sedemên keştî û rewşa hewayê nikarin hevdu bibînin. Em nizanin ka di rojevê de çi heye, em ê der heqê malbatê de hevdîtinê bikin. Di rojevê de ne Serokomarî, rewşa li Rojavayê ye. Rewşa li Rojava gelekî xeter e. Bûyer diqewimin, DÎŞI mirovan serjê dike. Qetlîama ku Îsraîl li Filistînê dike di rojeva Tirkiyeyê de ye, lê ev rewşa li Rojava qet di çapemeniya Tirkiyeyê de cih nagre. Em di wê qenaetê de ne ku bûyerên li Rojava jî dê wekî yên li Filistînê di rojevê de cih bigrin. Dibe ku em hinekî li ser van mijaran xeber bidin. Xeynî vê ka wê li wir çi bibe, ez nizanim."
Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din piştî ku miemeleyên wan qediyan dê ber bi Girava Îmraliyê hereket bikin.