Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hat gotin ku di 18ê tîrmehê de di dora saet 23.30yan de li ser Kolana Bûlvarê ji ber sedemeke hê jî nediyar di nava ciwanên eşîra Pinyanîşî û Ertûşî de şer derket û piştre şer belayî bajêr bû.
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin piştî ku şer gur bû hêzên ewlekariyê bi awayekî ser û ber midaxeleyê koma ku bi qasî ji 100 kesan pêk dihat, kir û dora saet 01.20ê şev bûyer bi dawî bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 19ê tîrmehê di saet 21.40an de endamên heman eşîran li navenda bajêr hatin hemberî hev û careke din dîsa jî şer belayî nava bajêr bû û wiha hat domandin:
"Piştî ku hêzên me yê parastinê midaxele kir, kom ji hevdu belav bûne û bûyer li dora 03.30yan de bi dawî bûne. Komên ku bi tevahî ji 700 kesan pêk tên gelekî zirar dane kargeh, xanî û wesayîtan. Li gorî tesbîtên ewil di roja 18ê tîrmehê de zirar dane 15 kargeh û milkên taybet û di roja 19ê tîrmehê de jî zirar dane 45 kargeh û milkên taybet.
Ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran Walîtiya me li gel rîspiyên bajêr hatine bal hev, lêbelê dîsa jî di 20ê tîrmehê de bûyeran dewam kirine û komeke bi qasî 600-700 kesî li navenda bajêr kom bûye. Di encama bûyerên ku qewimîn de ji ber pevçûneke çekdarî welatiyekî me mir û jê 2 giran 6 welatiyên me jî birîndar in."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li ser belavbûna bûyeran Walîtiyê biryara qedexeya daketina li ser kolanan da û wiha hat domandin: "A niha bajêr bêdeng e. Welatiyên me rîayetê qedexeyê dikin. Walîtiya me dê rewşa êvarê jî bide ber çavan û şûnde dê biryarê bide ka bila qedexe dewam bike an na."