Mehmet Ocalan ji bo ku bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike derbasî girava Îmraliyê bûbû, Mehmet Ocalan birayê xwe dît û vegeriya Gemlîka navçeya Bûrsayê.
Ocalan piştî ku ji giravê vegeriya daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo ziyareta malbatî çûye giravê û ji bilî vê tiştekî ku bê gotin tuneye.
Ocalan wiha dewam kir: "Deh roj beriya niha şandeyek hat vê derê. Wan hevdîtin kir û axivîn û wan çi gotibe ew e. Ez nikarim ji bilî vê tiştekî bibêjim."
Rojnamevanekî ji Mehmet Ocalanê birayê serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan pirsî gelo ji bo pakêta demokratîkbûnê Ocalan peyamek da we yan na? Ocalan jî wiha bersiv da: "Ez nizanim. Hûn vê mijarê ji şandeyê bipirsin çêtir e. Me wek malbat hevdîtin kir, lewra em pêvajoyê birêve nabin. Hûn van pirsên xwe ji şandeyê bipirsin baştir e."
Paşê Ocalan û xizmên Cûmalî Karsûyê ku li giravê girtî ye Pervîn Odûncû, xizma Şeyhmûz Poyrazê girtî Felek Cizlaşmak ji navçeyê veqetiyan.