Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Pêvajoya çareseriyê dewam dike. Armanc ew e ku tundî xelas bibe, çek neyên bikaranîn, hemû pirsgirêk bi siyasetê bên çareserkirin. Siyaset li ser vê bixebite, biaxive hwd. Helbet cihê ku em dixwazin bigihêjinê ew e, lê her tim rîskên pêvajoyan jî hene. Hin caran radiweste, hin caran bi lez dimeşe. Mînakên navneteweyî jî wiha nin. Dîvê mirov bêhêvî nebe, bifikar nebe."
Atalay beşdarî televizyona NTVyê, bernameya "Bi Mehmet Barlas re 45 Deqîqe" bû û bersiva pirsên der barê rojevê de da.
Atalay der barê pirsa pakêta demokratîkbûnê de wiha axivî:
"Pakêta demokratîkbûnê civakê û her kesî dê rehet bike. Bi vî awayî Tirkiye dê ji gelek pirsgirêkan, pirsgirêkên ku ji bûyerên civakî re dibin bar xilas bibe. Astengiyên li ber demokrasiyê dê ji holê rabin."
Atalay diyar kir ku der barê bûyerên Parka Geziyê de di dest wan de daneyên gelek xurt hene û wiha got: "Di bûyerên piştî Taksîmê qewimîn de rola CHPyê pir zêde ye, rêjeya kesên ku beşdarî bûyeran bûne ji sedî 75,5ê wê ji CHPyî ne û dê dengê xwe bidin CHPyê."
Li ser pirsa ji bo rojnamevanên girtî guherînên çêbibin an na Atalay diyar kir ku li welatên li hember terorê têkoşînê didin azadî zêde ne rehet e û bûyera 11ê Îlonê ya 2011an ya welatê Amerîkayê wek mînak nîşan da. Diyar kir ku Amerîka jî wextekî welatekî pir azad bû, lê piştî vê bûyerê hin qanûnên nû derxistin û rewş guherî. Atalay wiha got:
"Prensîba me ew e ku fikr, îfade û baweriyên ku tundiyê di xwe de nahewînin bila serbest bin. Sînor qet tunebûn. Di qada navnetewî de jî pîvangek heye, ev jî nebûna tundiyê ye. Me jî gelek serastkirin çêkirin, lê ji KCKyê hin kesên xwedî nasnameya rojnamevaniyê di hundir de hene."
Li ser vê pirsa "Biryarên der barê girtiyên KCKyê jî di paketa demokrasiyê de heye an na? Atalay wiha axivî:
"Pêvajoya çareseriyê dewam dike. Armanc ew e ku teror û tundî xelas bibe, çek neyên bikaranîn, hemû pirsgirêk bi siyasetê bên çareserkirin. Siyaset li ser vê bixebite, biaxive hwd. Helbet cihê ku em dixwazin bigihêjinê ew e, lê her tim rîskên van pêvajoyan hene. Hin caran radiweste, hin caran bi lez dimeşe. Mînakên navneteweyî jî wiha nin. Divê mirov bêhêvî nebe, bifikar nebe. Rêyên diyalogê vekirî ne û pêvajoya çareseriyê didome. Hikûmet pir bibiryar e. Em wek roja ewil bibiryar in û kelecan in. Di vê mijarê de çi dikeve li ser milê me em hewl didin ku bikin. Pakêta demokratîkbûnê him girêdayî pêvajoya çareseriyê ye, him jî bi giştî daxwazên gel yên heta vê rojê di xwe de dihewîne. Yanî xebateke ji bo hemû civaka Tirkiyê ye."
Beşîr Atalay diyar kir ku li Tirkiye guherînên gelekî mezin çêbûn, di pêvajoya normalbûnê de gav tên avêtin û wiha got:
"Tirkiye êdî paşve venagere. Dibe ku hin hêz, sazî, çapemenî, carnan dadrêsî û leşker, hin patron û hin aliyan tesîr li ser pêşveçûnên Tirkiyeyê kiribe. Lê êdî tiştekî wisa ne mimkûn e."