18 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Şansolyeya Almanyayê Merkelê ra xeberda.
Li gorî agahiya ku ji jêderên Serokomariyê hat wergirtin, di axaftina ku îro serê sibehê li ser têlefonê pêk hat da Şansolye Merkelê êrîşa terorê ya ku duhê li Enqereyê qewimî şermezar kir û sersaxî da Serokomar Erdogan.
Herwisa Merkelê destnîşan kir ku di têkoşîna dijî terorê da wekî Almanya ew li cem Tirkiyeyê ne û ew, êş û kedera gelê tirk wekî ya xwe dibînin.