DIYARBAKIR
Li ser bangewaziya HDPê ya ji bo derketina kuçe û kolanan li Diyarbekirê gel meşiya û beşdarî mitîngê bû. Meş û mitînga ku gel beşdar bûn bê pirsgirêk bi dawî bûn.
Li Diyarbekir bi destê Serokatiya Bajar a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) meş û mitîng hat lidarxistin. Kesên ji bo tevlî mitîngê bibin li Parka Koşûyolêya li navçeya Baxlarê kom bûn û tevlî parlementera HDPê ya Diyarbekirê Nûrsel Aydogan û Seroka DBPê ya bajar Zubeyde Zumrutê ve ber bi meydana Îstasyonê ve meşiyan.
Hêzên ewlehiyê tewdîrên berfireh girtin û kesên ku dimeşiyan jî ji cihê ji bo wan hatibû kifşkirin derneketin, wezîfedarên DBPê jî ji bo ku kes ji cihên hatine eşkerekirin dernekevin bi destê hevgirtin û bi wî awayî heta cihê mitîngê meşiyan. Di dema meşê de helîkoptereka polêsan jî li ser bajar digeriya.
Di meşê de poster û nîşaneyên aîdê rêxistinê jî hatin dîtin û her tim der heqê DÎŞIyê de dirûşm hatin avêtin.
Piştî ku meş bi dawî bû û gel hat û li meydana Îstasyonê kom bû parlementera HDPê ya Diyarbekirê di mitîngi dê axivî û diyar kir ku DÎŞI bi tenê ne dijminê gelê kurd e dijminê mirovahiyê ye û wiha pê de çû: "Berxwedana ku li dijî van çeteyên li Kobanêyê tê dayîn ji aliyê hemû gelên dinyayê ve hat dîtin. Ji ber vê jî 1ê mijdara 2014an wek Roja Piştevaniya Kobanêya Cîhanê hat îlan kirin. DÎŞI li Kobanêyê êrîşî çand, gel û netewan dike."
Aydogan wiha dewam kir: "Îro DÎŞI li Kobanêyê êrîşî azadiya jinan dike. Têkoşîna ku îro li Kobanêyê diqewime ya azadî û şerefê ye. Ji ber vê yekê mirovahiya cîhanê li cem Kobanê ye."
Piştî ku axaftin qediyan mitîng pê bûyer bi dawî bû.