ERMENEK
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz ji bo xebatên xelaskirinê ya ku niha li kana komirê ya Ermenekê didomi de wiha got: "Niha birayekî me yê ku me xwe gihandibêkê tuneye. Cihekî ku me xwe gihandibêkê jî tuneye. Her ava em vala dikin dibe ku tiştekî nû derxe hemberî me."
Wezîr Yildiz bi Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan û Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk re daxuyanî da.
Yildiz destnîşan kir ku ji îşev ve hin nûçeyên derewîn û îfadeyên wek "xwe gihandine 3 kesan" re rû bi rû mane û wiha got:"Niha birayekî me yê ku me xwe gihandibêkê tuneye. Cihekî ku me xwe gihandibêkê jî tuneye. Her ava em vala dikin dibe ku tiştekî nû derxe hemberî me. Ji ber vê jî em naxwazin ku hêviyên gel zêde bikin û vê hêsta wan îhmal bikin. Lewra ev yek jî rast nîne. Divê em di vê mijarê de hesas bin."