Li Qersê di nav rojê de germahiya hewayê 15 pîle ye, êvarî jî germahiya hewayê dadikeve 3-5 pîleyî.
Taybetî jî li Sarîqamîşa navçeya Qersê germahiya hewayê êvaran dadikeve û welatî li mal û kargehan sobeyên xwe dadidin.
Casim Kayayê ku li Sarîqamîşê dijî destnîşan kir ku Sarîqamîş li dereke bilind e û got ku ji ber vê jî hewa zû sar dibe.
Kaya wiha dewam kir: "Taybetî êvarê hewa sar e û em ji mecbûrî sobeyên xwe dadidin."