Ahmet Aydın
28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
ANKARA
Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUIK) "Encamên 2015an yê Sîstema Qeydkirina Nufûsê li Gorî Navnîşanan" ragihand.
Li gorî vê zanyariyê, nufûsa welêt ya ku 2014an 77 milyon û 695 hezar 904 kes bû, milyonek û 45 hezar û 149 kes lê zêde bû û di dawiya 2015an da gihişt 78 milyon û 741 hezar û 53 kesî.
Rêjeya nufûsa mêran bi 39 milyon 511 hezar 191 kesî, gihişt ji sedî 50,2an, rêjeya nufûsa jinan jî, bi 39 milyon 229 hezar 862 kesî gihişt ji sedî 49,8an.
Zêdebûna salane ya nufûsê di 2014an da ji hezarî 13,3 bû, di 2015an da ev hejmar gihişt ji hezarî 13,4an.
Rêjeya nufûsa kesên ku li navendên wîlayet û navçeyan îqamet dikin di 2014an da ji sedî 91,8 bû, ev rêje di 2015an da gihişt ji sedî 92,1an.
Rêjeya nufûsa kesên ku belde û gundan dijîn jî weke ji sedî 7,9an hat qeydkirin.