28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 36 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin. Li bajarên din dîsa di binê sifirê da li Qersê 29 pile, li Erzincanê di binê sifirê da 28 pile, li Erziromê di binê sifirê da 27 pile, li Tunceliyê di binê sifirê da 15 pile, li Îdirê di bin sifirê de 13 pile hat pîvandin.
Ji ber berf û bagerê û qeşayê li herêmê jiyan zehmet e. Li Erziromê rêya 122 gund û taxan, li Erzîncanê rêya 108 rê û taxan, li Qersê rêya 13 rê û taxan, li Agiriyê jî rêya 10 gund û taxan hat girtin.
Ji bo ku rê bên vekirin xebat tên kirin.
- Li ser banê xaniyan cembeliyên 3 mêtroyî çêbûn
Li Sarîqamişa navçeya Qersê ji ber berf û sermayê wesayîtan qeşa girt. Li ser banê xaniyan cembeliyên 3 mêtroyî çêbûn.
Xebatkarên şaredariyê ji bo ku rêyan paqij bikin dixebitin.
- Berfê bibare hewayê germ bibe
Li herêmê îro ji serê sibê vir ve hewa ewrsayî ye û tê texmînkirin ku berfê bibare. Piştî ku berf barî hewayê di navbera 4 û 6 pile de germ bibe.
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê wê li Îdirê di bin sifirê da 2 pile, li Erzincanê di bin sifirê da 10 pile, li Tûnceliyê di bin sifirê da 3 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 18 pile, li Erziromê di binê sifirê da 13 pile, li Qersê di binê sifirê da 14 pile û li Erdexanê di binê sifirê da 16 pile be.
Qalindahiya berfê
Qalindahiya berfê li Agiriyê 73 santêm, li Erziromê 32 santêm, li Qersê 29 santêm, li Erdexanê 23 santêm, li Tunceliyê 10 santêm hat pîvandin.
Qalindahiya berfê ya li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê ya li Erziromê 150 santêm, li Konakliya Navenda Xweşiqitandinê ya li Erziromê 142 santêm, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li Sarîqamişê 140 santêm, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê ya li Erzîncanê jî 102 santêm hat pîvandin.