XAZE
Kameramanê Anadolu Agencyê (AA) Enes Ebu Muaylikê ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Şuheda el-Aksaya Xazeyê de birîndar bû, behsa êrîşê kir.
Enes Ebu Muaylikê ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de ji zikê xwe û lingê xwe birîndar bibû, got ku ew serê sibê saet 09.00an de çû nexweşxaneyê ku dîmenên êrîşan bikşîne û wiha axivî: "Ji nişkê ve der û dorê nexweşxaneyê bombekirin. Êrîş ji tankan an ji balafiran dihat kirin, me ji ber tundiyê fêm nedikir."
Muaylik daxuyand ku ewil serwîsa acîlê ya nexweşxaneyê hat bombekirin û wiha got: "Mirovên ku dixwestin ji bombebaranê birevin diçûn nexweşxaneyê. Me jî alîkariya wan dikir ku ew bikevin hundir. Lê di nav çend deqîqeyan de êrîşî nexweşxaneyê kirin."
Muaylik got ku ew ji lingê xwe birîndar bûye û wiha dewam kir:
"Ez birîndar bûm, lê dîsa jî min hewl da ku ez herim nexweşxaneyê. Cardin fuzeyek avêtin û ez ji zikê xwe û pişta xwe birîndar bûm. Hemû rojnamevan wê demê di hundirê nexweşxaneyê de bûn. Dema ku ez dîtim hatin ku alîkariya min bikin."
"Bi qestî êrîşî nexweşxaneyê kirin"
Ebu Muaylik daxuyand ku Îsraîlê bi qestî êrîşî nexweşxaneyê kir û êrîş gelekî dewam kir û wiha got: "Di emeliyetxaneyê de xisareke wisa mezin hebû ku min hew zanibû ku dê nikaribûn emelîyetê bikin û ji ber vê jî ez ê bimrin."