DIYARBAKIR
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş beşdarî tûra duçerxê ya Komeleya Werzîşên Çiya û Duçerxê ya Diyarbekirê bû û pedalên duçerxê zivirand. Komeleyê ji bo ku balê bikşîne li ser Heskîf, Mûnzûr, Newalên Behra Reş û Daristanên li bakûrê Stenbolê çalakiya tûra duçerxê li dar xist.
Demîrtaş li gel hevjîna xwe Başak û herdu keçên xwe Delal û Dildayê li qada Parka Newrozê ya Şaredariya Baglarê beşdarî çalakiyê bûn. Demîrtaş heta navenda ekîpmanên makîneyê ya Şaredariya Baglarê pedal zivirand û li vir daxuyanî da rojnamegeran. Demîrtaş di daxuyaniya xwe de bal kişand ku wan bi vê çalakiyê ve xwest ku bi bîr bixin ka xwezaya ku em tê de dijîn, çendîn biqîmet e.
Demîrtaş axaftina xwe wiha qedand: "Helbet em ê hemû bi hev re di sindoqan de terciha gel bibînin. Ez bi rehetî dikarim bêjim ku kampanyaya em dimeşînin, êdî têgihêştina jiyan û rêvebirineke nû kir rojeva Tirkiyeyê û ji ber vê qasê kampanyaya me di serî de kampanyayeke serketî ye. Têgihêştin û nêzikahiyên namzed û kampanyayên din hê jî li ser xeta dewletparêzî û yekparêziyê ne. Kampanyaya ku herî zêde kelecan û hêviyê dide mirovan kampanyaya me ye. Ev kelecan li rojhilat, rojava, bakûr û başûr xuyan dike û helbet ev jî kêfa me gelekî tîne cih."