VAN
Malbata Mûharrem Taşê ji ber ku rêya goma Çalika ku girêdayî gundê Yalincaya Gurpinara Wanê ye girtîbû û mir, çûn serdana mezelê wî.
Malbata Taş li taxa Şabaniyeyê di mala eqrebeyên xwe de serxweşiyê qebûl dikin. Malbat îro çû ser mezelê Mûharrem Taşê ku di 1ê sibatê de çû rehma Xwedê.
Abdulvahap Taş, Halîse Taş û 3 zarokên wan li ser mezelê Mûharremê piçûk dia kirin û giriyan.
Di ziyaretê de Halîse Taşê bi kurmancî gazin kir, kêlikê mezelê lawê xwe hemêz kir û giriya.
Abdurahman Taşê apê Mûharren Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku malbat îro çû Serdozgeriya Komarê ya Wanê û der heqê kesên ku îhmala wan di vê mirinê de heye gilîdar bûn.
Taş diyar kir ku der barê bûyerê de îfade dane dozgeriyê û dixwazin ku berpirsiyarên vê bûyerê bên dîtin.