ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: " "Mêrkûj beriya şiî û sunîtiyê mêrkûj e, terorîst jî beriya elewî û selefîtiyê terorîst e.
Serokomar Erdogan bi minasebeta meha mûharemê li Qesra Serokomariyê Fitara (Xwarina) Mûharemê da.
Erdogan ji ber ku piştî meha remezanê gihîştiye meha mûharemê jî ji Xwedê re şikir kir û wiha pê de çû:"Piştî meha remezanê meha herî bi xêr meha mûharemê ye û Xwedê jê razî be, selat û selam Cenabê Pêxemberê me re ku me hay ji vê yekê kiriye. Em, hezar û 375emîn salvegera şehîtkirina Cenabê Hiseyîn û ehlîbeyt ê ku li gor salnameya Hicrî di 10ê mûharemê de hatin şehîdkirin bi edep û xiret, bibîrtînin. Slav, rehmet û bereketa xwedê li ser Cenabê Hiseyîn û ehlîbeytê be. Em ji Cenabê Hesen û bavê wî yê mîna şêran Cenabê Elî re jî hirmet dikin û slavê Xwedê li ser wan be jî."
"Werin em destûrê nedin wan dewletên ku dixwazin li ser serê me ger û dolaban çêbikin"
Serokomar Erdogan bal kişand ser niqaş, gengeşî û rûdanên diqewimin û destnîşan kir ku her dilopeke xwîna ku dirije "xwîna bira" ye û wiha pê de çû: "Xwîşk û birayên min, bizanibin ku xwîna dirije her dilopa wê xwîna birayan e. Ew kesên ku bi saya rijandina xwînê kêf dikin bizanibin dijminê me, dijminê we û hemû xwîşk û birayên me ne. Însanê ku xwediyê wijdanê be nahêle dijminê meriv şa bibe û birayê xwe naêşîne, ev yek berpirsyariya hemû mirovên xwedî wîjdan û bi aqilin. Li ser gorên Necefê dema ku şiî tên kuştin ne sûnî, dijminên me qezenc dikin. Di mizgeftên bexdayê de dema ku sûnî tên kuştin ne şiî, tefrîqa qezenc dike. Di kûçe û kolanên Şam, Heleb, îdlîb û Hamayê de dema ku zarok tên kuştin ne nûsayrî, fîtne biserdikeve. Li Mûsil û Kerkukê dema kes tên kuştin ne misilman, fesadî qezenc dike."
Serokomar Erdogan li ser yekîtî û biratiyê sekinî û destnîşan kir pêvajoya ku niha tê de ne bi kêrî tu kesî nayê û wiha dewam kir: "Em niha di pêvajoyeke wisa de ne ku elewî, sûnî, tirk, kurd, nûsayrî ew hemû di zirarê de ne. bawerbikin ku derman û telafiya vê zirarê Tirkiyeye. Tirkiye ji bo bidawîbûna van hemû şer û pevçûnan hêviyeke pir mezine. Ji bo gelê tirk, kurd, elewî sûnî û hemû nijad û olên ku li ser vê axê ne Tirkiye hêviyeke pir mezin e. Dema ku em ji bo tiştên ne tişt dilê hev bihêlin wê demê bi tenê ne em erdnigariya me jî dê zirarê bibîne. Dema ku em dev ji cudxwaziyê, berberiyê û mijarên wek dafik ên ku li pêşiya me danîne berdin ev yek bi kêrî me welatê me jî dê bê.