DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş da zanîn ku hukûmetê navê Şerefettîn Elçî daye Balafirgeha Şirnexê û got: "Ji ber vê tevgera hukûmetê ku pêngaveke nazik avêt, me jî ji hevalên xwe yên teşkîlata navendî re got ku li hember vê nezaketa hukûmetê hûn jî bi heman tewrî tev bigerin û çi ji destê we tê bikin."
Demirtaş li Navenda Çandê ya Kayapinarê pirsên rojnamenûsan yên der barê rojevê de bersivand.
Demirtaş da zanîn ku yekem civîna ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdan serkeftî bû û her wiha got ku kurd ji berê ve di bin banê dewlet û împaratoriyên cuda de her gav xweser jiyane.
Demirtaş daxuyand ku yekîtiya siyasî ji bo çareseriya arîşeya kurdî dê gelek bi kêrhatî be û wiha pê de çû: "Kongreya ku dê li Erbîlê damezre, ji bo aştiya li Rojhilata Navîn dê roleke xwe ya mezin hebe. Dê careke din bi rêya vê Kongreyê were zanîn ku kurd li kîjan welatî bi kîjan statûyê û bi çi şiklî dixwazin bijîn."
Fikrên Tirkiyê yên li ser Sûriyê
Demirtaş da zanîn ku hin parlamenter çûne li bal Wezîrê Karê Derve Davutoglu û der barê êrîşên rêxistinên mîna El Qaîde û El Nûsrayê yên li ser kurdan de axivîne.
Demirtaş got ku divê Tirkiye gelek baldar be û wiha pê de çû:
"Tefandina pevçûnên li wir dê kêrî Tirkiyê bê. Kesên ku li wir dijîn bi temamê sînordaşên Tirkiyê ne. Heke Tirkiye bi hêzên mîlîter li wir dagire û dagir bike û bibêje aha cînarên me ev in, bila bizanibin ku ev rewşa de fakto dê neyê qebûlkirin."
"Li Tirkiyê pêla çareseriyê çiqas geş be dê Tirkiye ew qas rehet bibe."
Demirtaş der barê tewra Tirkiyê ya li Sûriyê û tesîra wê ya li pêla çareseriyê de wiha axivî:
"Tirkiye vê gavê bi pêleke çareseriyê fersenda çareserkirina gelek arîşeyan bi dest aniye. Ez bixwe ji ber egera ku kurd li wir in, îxtimalê nadim mudaxaleya Tirkiyê ya li wir. Em ê wek siyasetmedar li benda wê rojê nemînin ku mudaxele bibe piştre em bergirî bigirin. Em ê di serî de nehêlên ku mudaxele çêbe. Li Tirkiyê pêla çareseriyê çiqas geş be dê Tirkiye ew qas rehet bibe. Lê divê hay ji provakasyonan jî hebin, çimkî meriv nizane dê ji wir kê êrîşê Tirkiyê bike. Kurd li ser ya xwe ne. Jixwe tu egereke mantiqî, wijdanî, însanî, siyasî û eqlî tuneye ku kurd êrîşê Tirkiyê bikin. Ji ber wê divê ji niha ve bê zanîn ku her êrîşa ji wir hat kirin ji bo provakasyonê ye."
Demirtaş da zanîn ku fikariyên me yên der barê pêla çareseriyê de bi li ser tewra hukûmetê ye. Der barê Ocalan de fikariyên me tunene, sekna wî eşkere ye.
Demirtaş wiha got: "Ji bo merheleya duyem divê di serê îlonê de pakêteke din bê vekirin. Ocalan di hevdîtina dawî de da zanîn ku divê hukûmet heya 1ê îlonê di nav pakêtekê de pêngavên berbiçav bide nîşan û heke wisa be dê heya 15ê çiriya pêşîn derbasî merheleya sêyemîn bibin." Û her wiha da zanîn ku îro ji sedî 95ê Tirkiyê li benda pêngavên hukûmetê ne.
Der barê navê Balafirgeha Şirnexê ku Şerafettîn Elçî lê danîne
Demirtaş got ev navlêdanîna han nezaketeke xweş bû û wiha got: "Ji ber vê tewra hukûmetê ku pêgnaveke nazik avêt, me jî ji hevalên xwe yên teşkîlata navendî re got ku li hember vê nezaketa hukûmetê hûn jî bi heman tewrî tev bigerin û çi ji destê we tê bikin."
Demirtaş got ku Ocalan dixwaze bi rojnamenûsan re bicive, naxwaze ku civîneke çapemeniyê pêk bê u wiha pê de çû:
"Bi rastî der barê van daxwazên biçûk de pêkutana hukûmetê nayê fêhmkirin. Kesekî ku bi yek gotinê şerekî 30 salî daye rawestandin qey dê nikaribe bi çapemenî û saziyên sîvil re bicive? Birêz Ocalan ne mehkûm e. Kesekî wisa ye ku dikare bi hevokeke xwe qedera Rojhilata Navîn biguherîne."
Der barê tendurustiya Ocalan de Demirtaş got: "Canê ku Xwedê daye dîsa Xwedê dikare bigire. Dibe ku mirov bi ecelê xwe jî bimirin û bên kuştin jî. Li girava Îmraliyê heke wiha bi tenê serê xwe bê hiştin dê ji bo dewletê bibe rîskeke mezin. Divê êdî wek rehînan neyê girtin. Divê êdî hukûmet pêngavên wêrek der barê statuya wî de biavêje."
Piştî civînê derbasî aliyê "off the record"ê bûn. Li wir der barê arîşeyên di nav civakê de ku hin kes rûyê xwe dipêçin û rêya xelkê dibirin, tehdeyê li milet dikin pirs hatin kirin. Demirtaş got: "Em ê der barê vê de ji saziyên xwe re daxuyaniyekê bişînin, bila li ser vê yekê bixebitin. Di nav civakê de hin caran tiştên wiha ku em jî nikaribin kontrol bikin, derdikevin. Polîtîk jî nînin. Meriv dizane ku ji bo provakasyonê tê kirin. Ev ne tenê ji bo we ye. Ji bo gelek kesan tê kirin."