Haydar Şahin
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 22 Îlon 2019
Neslîcan Taya 21 salî ya xwendekara zanîngehê ya ku bi nexweşiya şêrpençeyê ketibû mir.
Prof. Dr. Gazî Yîgîtbaşiyê Direktorê Medîkal ê Nexweşxaneya Zanîngeha Medîpol Megayê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku Neclîcan Taya demeke dirêj e li dijî şêrpençeyê têkoşîn dida di 6ê îlonê da ji ber semptomên nexweşiyê serî li nexweşxaneya wan xist.
Yîgîtbaşî destnîşan kir ku di 15ê îlonê da rewşa Tayê giran bû li ser vê hildan beşa nexweşiyê giran û wiha pê da çû: "Lêbelê di pêvajoyê da têrnekirina piraniya ezayên bedenê derkete holê û bi şev di saet 21.20î da mir. Rihma Xwedê lê be, serê hemû hezkiriyên wê sax be."