Haydar Şahin
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
Endamên Artêşa Tirkiyeyê û yên Hêzên Çekdar ên Amerîkayê di çarçoveya pêkanînên sefheya ewil a herêma ewledar a li rojhilatê Feratê da cara 6an bi hevkarî firokeyan difirînin.
Li Navenda Herekata Mişterek a Yekbûyî ya li Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê qerebalixiya hewayê heye.

2 firokeyên Artêşa Tirkiyeyê û 2 firokeyên artêşa Amerîkayê ji navçeyê rabûn. Firoke ber bi aliyê Sûriyeyê va bi firê ketin.
Endamên Artêşa Tirkiyeyê û Amerîkayê beriya vê 5 caran bi hev ra firîbûn û carekê jî derketibûn dewriyeya bejayê.