Li Stenbolê piştî baranên rojên dawîn di bendavan da rêjeya tijebûnê derket ji sedî 49,37yî.
Li gor agahiyên ku ji Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Stenbolê hatin wergirtin li bajêr di bendavan da ku kapasîteya wan bi tevahî 863 milyon û 770 hezar mêtrokup e hecma avê zêde bû.
Ava di bendavan da di 5 mehên dawîn da her ku diçe zêde dibe û rêjeya avê di meha tebaxê da 17,23, di meha îlonê da 19,23, di cotmehê da 27,62 û di meha sermawezê da jî wek 44,52 hat pîvandin.
Di 26ê sermawezê da rêjeya ava bendavan 41,25 bû û di rojên dawîn da ev rêje zêde bû û derket 49,37yî. Par di meha kanûnê da rêjaya ava di bendavan da ji sedî 38,13 bû.
- Rewşa ava di bendavan da
Rewşa ava di bendavên li Stenbolê da wiha ye:
| Bendav |
Rêjeya Tijebûnê (ji sedî) |
Hecma Avê ya Heyî (milyon mêtrokup) |
| Omerlî |
43,55 |
91,305 |
| Terkos |
82,09 |
77,107 |
| B.Çekmece |
24,04 |
44,082 |
| Darlik |
24,71 |
31,107 |
| Sazlidere |
25,90 |
15,328 |
| Alîbey |
70,68 |
8,411 |
| Istrancalar |
100,00 |
6,211 |
| Pabuçdere |
93,11 |
5,549 |
| Kazandere |
100,00 |
2,704 |
| Elmali |
58,18 |
1,078 |